Li Balikesîrê mînîbusa karkeran welgeriya: 18 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navçeya Gonen a Balikesîrê bajarê Tirkiyeyê mînîbusa karkerên fabrîkayê welgeriya, hat ragihandin ku 18 kes birîndar bûn birîna kesekî ji wan xedar e.
Hat diyarkirin ku serê sibê saet di 08:00an de li ser navçeyên Balikesîrê, Bandirma-Gonenê qezayeke trafîkê pêk hat.
Mînîbusa ku karkerên fabrîkayekê tê de bûn, ji ber baran û mijê ji kontrolê derket û welgeriya. Di qezayê de 18 kes birîndar bûn
Piştî alîkariya ewil a ekîbên tenduristiyê ku hatin devera qezayê, birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bandirmayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin