Li Batmanê mînîbusa karkeran di newalê de wer bû: 1 mirî, 10 birîndar

28 October 2019 19:10 0 dîtin
Li Batmanê mînîbusa karkeran di newalê de wer bû: 1 mirî, 10 birîndar

PeyamaKurd - Li navçeya Hezo ya bajarê Batmanê (Êlih) yê Bakurê Kurdistanê mînîbusa karkeran di newalekê de qulibî û hemû rêwiyên di mînîbûsê de li derodê ketin û belav bûn.

Hat zanîn ku di encama qezayê de karkerekî tekstîlê bi navê Mahsun Aksoy jiyana xwe ji dest da û 4 ji wan bi giranî 10 karkerên din jî birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê welatiyan û tîma Agirkujiyê ya Şaredariya Êlihê ve hatin derxistin û bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Batmanê hatin veguhestin.