Pîkaba karkeran welgeriya û 35 kes birîndar bûn
PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Bismilê erebeya ku karkerên arazî hilgirit welgeriya û di encamê de 35 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 5 kes birînên wan xedarin.
Li ser ragihandina bûyerê bo 112 navenda lezgîn ya tenduristiyê, tîmên 112 çûn ciyê bûyerê. Ji birîndaran 17 kesan birin bo nexweşxaneya Bismilê ya dewletê û birîndarên din şandin bo nexweşxaneyên navenda Diyarbekirê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin