Li basûrê Kurdistanê 2 leskerên Tirkiyê can dan û 2 jî birîndar bûn

08 November 2022 01:36 0 dîtin
Li basûrê Kurdistanê 2 leskerên Tirkiyê can dan û 2 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku di encama êrîşa PKK ê ya ji bo ser beregeha leşkerî ya artêşa Tirkiyê de, li başûrê Kurdistanê 2 leşkerên Tirkiyê yên bi navên Mustafa Öztürk û İsmail Esmer can dane û 2 leşkerên din birîndar bûne.

Mustafa Öztürk bi xwe xelkê bajarê Entabê, navça Oguzeliyê ji gundê Karamanê ye. İsmail Esmer jî ji xelkê bajarê Hatayê, ji navça Altınözü ye.

İsmail Esmer 23 salî û Mustafa Öztürk jî di heman temenî de ye û 7 birayên wî hene. Wê li mala wan merasima cenaze bêkirin.

Navên her 2 leşkerên birîndar nehat ragihandin.