Li basûrê Kurdistanê 3 leskerên Tirkiyê hatin kustin

31 May 2018 19:44 0 dîtin
Li basûrê Kurdistanê 3 leskerên Tirkiyê hatin kustin

PeyamaKurd- Dewleta Tirkiyê li başûrê Kurdistanê operasyonên xwe yên bi xef dimeşîne û di çarçoveya wan operasyonan de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Artêşa Tirkiyê peyameka nivîskî da çapemeniyê û tê de ragihand ku îro li başûrê Kurdistanê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derketiye û di encamê de 3 leşkerên wan hatine kuştin.

Ji 3 leşkerên kuştî tene navê yek çawîşekî pispor yê bi navê Ünal Demir hat aşkerakirin. Navên leşkerên din nehat aşkerakirin.