Li Batmanê di nav zeviya lazûtê de cesedekî dîtin

07 August 2023 21:37 0 dîtin
Li Batmanê di nav zeviya lazûtê de cesedekî dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Batman a bakûrê Kurdistanê li taxa Guletepe, nêzî parka  Karabaxê, di nav zeviya lazûtê (misir) de cesedekî hat dîtin ku yê Cevat T.(56) ye û gumanbarê kuştinê yê bi navê B.0. xistin bin çav û di encamê de hat girtin.

Polîsê Batmanê ew kamerayên ku li ser rêya taxa Gultepe, li ser rêya parka Karabaxê hebûn xist bin lêkolînê û di encamê de di qeydiyên kamerayan de derket ortê ku gumanbar B.0.(15) li navnîşana wî xistin binçav.

Di 5 ê Tebaxê de gilî kiribûn ku cesedê kesekî di nav zeviya misir de dîtine û li ser bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê çûbûn ciyê bûyerê. Hat ragihandin ku Cevat T. bi kêrê hatiye kuştin.