Li Batmanê di navbera 2 malbatan de ser derket: 41 birîndar
PeyamaKurd – Li navçeya Beşîrî ya Batmanê di şerê bi kevir, dar û kêran de di navbera 2 malbatan de derket 41 kes birîndar bûn.
Bûyer li taxa Beşîrî ya Batmanê pêk hat. Nîqaşa di navbera ciwanan a bi şev li qehwexaneyekê di demeke kin de veguherî şer.
Bi malbatên beşdarî şerê ciwanan bûn, şerê devkî veguherî şerê bi kevir, dar û kêran. Di şerê ku derket de 41 kes birîndar bûn, hat ragihandin ku rewşa 1 kesî giran e.
Hejmarek zêde polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Birîndar ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Beşîrî û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê.
Derbarê şer de lêpirsîn hat destpêkirin. (Çavkanî: ÎHA)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin