Ranye | Di navbera du malbatan de ser derket û du kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Derengiya şeva borî li gundekî sînorê Nahiya Serkepkan a ser bi navçeya Ranye, di navbera du malbatan de şer derket û di encamê de du kes birîndar bûn û heft kes jî hatin desteserkirin.
Li gor Rêveberiya Polîsê Raperîn diyar kir, hêzên wan li ser bûreyeke şerkirinê li gundê Delalan ê ser bi nahiye Serkepkan hatine agahdarkirin û hêzên wan demildest gihîştine cihê bûyerê.
Di berdewamiyê de destnîşan kir ku polîsê Raperîn bûyer kontrol kiriye û di encama şerê navbera du malbatan de du kes birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin, li nexweşxaneyê tedawiya pêwîst bo wan hatiye kirin û rewşa wan a tendirustiyê baş e.
Rêveberiya Polîsê Raperînê eşkere kir, derbarê bûyerê de lêpirsîn destpê kiriye û bi biryara dadger, heft kes hatine desteserkirin û lêkolîna li ser bûyerê didome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin