Li Batûfa di navbera PKK ê û artêsa Tirkiyê de ser derket

26 March 2021 02:47 0 dîtin
Li Batûfa di navbera PKK ê û artêsa Tirkiyê de ser derket

PeyamaKurd – Li nahiya Batûfa ya bi ser navçeya Zaxo de di navbera PKK ê û arteşa Tirkiyê de şer derket. Li gor hat ragihandin PKK ê li ser sînorê Zaxoyê îro êrîşê baregeheka artêşa Tirkiyê kiriye û balafirên Tirkiyê yên şer bersiva wan dane.

Rêvebirê Batûfa Dilşêr Abdulsitar bo Rûdawê bûyerê weha ragihandiye:

“Li ser êrîşa PKK ê bo ser baregeha Tirkiyê ya li gundê Girebiyê, balafirên Tirkiyê siet li dora 17.30 an de êrîşê ser gund kirine. Di êrîşa Tirkiyê de li deverê xelkê sîvîl tinebûne û em encama şer nizanin.”

Heya niha her dû aliyan di derbarê şerê deverê de ti agahî nedane.