Li Bedlîsê qedexeya derketina derve bo 15 gundan destpêkir
PeyamaKurd- Li gor ragihandina parêzgeha Bedlîsê; li 15 gundên bi ser navenda bajêr de, biryara qedexekirina derketina derve, piştî siet 8 ê êvarê destpêkir û ne diyare dê qedexe kengê rabe. Dê hemû niştecî heya fermaneka duyem bisekinin. Çûn û hatina xelkê bo van gundan dê bi îzna cendirme û polîsan bibe.
Li gor ragihandina parêzgehê, dê li hemberê PKKê operasyon bên kirin lewra ev qedexe hatiye danîn.
Bo rabûna qedexeyê, dê hemwelatî heya fermaneka dinê ya duyem, mecbûre li pey biryarê here.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin