Li Bedlîsê qedexeya derketina derve li 46 gundewaran hat ragihandin
PeyamaKurd – Di çarçoveya operasyoneke li hember PKKê, li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya çûn û hatinê û derketina derve hat ragihandin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê, li 46 gundewarên girêdayî Bedlîsê, ji îro 4ê Kanûna 2020an ve qedexeya derketina derve hat ragihandin û hat diyarkirin, ev qedexe dê heta biryareke din a parêzgariyê dom bike.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, dê li cihên ku qedexe hatiye ragihandin, li dijî PKKê operasyon bên encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin