Li Bedlîsê qedexeya ser 10 gundan rabû

26 January 2021 23:24 0 dîtin
Li Bedlîsê qedexeya ser 10 gundan rabû

PeyamaKurd – Li gor ragihandina parêzgeha Bedlîsê li 10 gund û mezrayên girêdayê navenda bajêr bi sedema endamên PKK ê li herêmê hene û bo xwe wargehên tê de bimînin ava dikin, derketina derve ji wan gundan û çûna wan deveran hatibû qedexekirin. Li gor parêzgehê navên wan gundan Kayalıbağ, Kaşıklı, Karaca, Aşağıçobansuyu, Çobansuyu, Güllüce, Esenburun, Harmanyeri, Sarıkonak, Konalga ne û mezrayê bi ser wan gundane. Navên wan gundan yên Kurmancî nehat hînkirin.

Qedexeya ku di 11 ê mehê siet di 21.30 an de hatibû ragihandin, îro siet di 18.00 an de qedexeya ser wan rabû.