Li Bedlîsê qezeyeke wekî komkujiyê: 10 mirî û 7 birîndar

11 September 2019 13:01 0 dîtin
Li Bedlîsê qezeyeke wekî komkujiyê: 10 mirî û 7 birîndar

PeyamaKurd – Li navçeya Hîzana Bedlîsê dolmîşek wergeriya û di encama wê qezayê de 10 kesan canê xwe ji dest û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên berdest, rêwiyan ku ji gundê Çirçaxê diçûn bo navenda Xîzanê, ji rê derket û wergeriya û şarampolê.

Parêzgarê Bedlîsê Oktay Çagatay aşkere kir ku di encama wê bûyerê de heta niha 10 kesan canê xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûn.

Li ser banga alîkariya gundiyan gelek ambulans û hêzên hawarçûn û rizgarkirinê bo herêmê hatin sewqkirin. Hat diyarkirin ku kesên nexweş bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hîzanê hatine veguhestin.