Li Belçîkayê otomobîlekê ajot ser qelebalixê: 4 kes mirin

20 March 2022 17:01 0 dîtin
Li Belçîkayê otomobîlekê ajot ser qelebalixê: 4 kes mirin

PeyamaKurd – Li gundekî bajarê La Louviêra yê Belçîkayê, otomobîlekê ajot ser xelkê ku ji bo festîvalekê kom bûbûn.

Hat ragihandin ku otomobîlekê ajotiye ser xelkê ku li gundê Strépy-Bracquegnies ji bo şahiyekê kom bûne û 4 kes di encamê de mirine ku 12 jî birîndar bûne.

Şaredarê bajarê La Louvière Jacques Gobert, piştrast nekiriye ku ew êrîşeke terorî be û gotiye, “Ji bo vê felaketa hovîtî gotineke bêjim nîne. Piştî demeke kurt çûm cihê bûyerê. Termên ku li ser kolanê belav bûbîn min dîtin. Qet nedihate bîra me ku tiştekî wiha li vir biqewime.”