Li Belûcistana Pakistanê çekdar êrîsê birin ser leskeran: 9 lesker mirin,15 lesker birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Belûcistanê mîlîtanan êrîşê birin ser baregeha leşkerî û di encamê de 9 leşker mirin û sîvîlekî jî jiyana xwe ji dest da. Di êrîşê de 5 çekdar jî jiyana xwe ji dest dan.
Li gor ragihandina artêşa Pakistanê; li Belûcistanê di sala 2023an de bûyer ji %79 zêde bûne, li Belûcistanê li devera Zhobê mîlîtanan avêtine ser baregehê, di encamê de 9 leşker,1 sîvîlekî mirine û 15 leşker birîndar bûne. Heya niha kes bûyerê negirtiye ser xwe.
Di 6 mehê sala 2023an de 271 êrîş pêkhatine û 389 kes mirine. Di sala 2022an de 151 êrîş çêbûne û 293 kes mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin