Li Beyrûdê 2 teqîn: 18 mirî, 92 birîndar
PeyamaKurd – Li navenda Beyrûda paytexta Lubnanê di du teqînan de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û 92 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) doh li navenda Beyrûdê 2 teqîn pêk hatin. Piştî teqînan ji herêmê dûman dest pê kir.
Piştî êrîşê gelek ambulans û îtfaiye sewqî herêmê kirin.
Li gorî şahidên herêmê ji ber teqînan avahiyek hilweşiya, mal û wesayîtên derdorê jî zirar dîtin.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama teqînan de 18 kes mirine û 92 kes jî birîndar bûne.
Ji aliyê din ve hat îdiakirin ku hedefa êrîşa li ser kanala 12 ya televizyona Îsraîlê, di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de vafik Safayê ku xezûrê Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hasan Nasrallah û yek ji payebilindên Hîzbullahê ye hat kuştin.
Rayedarên Îsraîlê derbarê êrîşê û îdiaya ku Safa hedef hatiye girtin de hê daxuyanî nedane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin