Li Taskenta paytextê Ozbekistanê teqînek pêk hat: Mirî û birîndar hene

28 September 2023 12:00 0 dîtin
Li Taskenta paytextê Ozbekistanê teqînek pêk hat: Mirî û birîndar hene

PeyamaKurd – Di teqîna ku li Taşkenta paytextê Ozbekistanê di embareke şirketê de pêk hat de kesek mir û 163 kes jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya Wezareta Rewşa Awarte ya Ozbekistanê, li navçeya Sergelî ya Taşkentê di depoya şîrketekê de ji ber sedemeke nediyar teqînek pêk hat. Ji bo vemirandina agir îtfaiye sewqî herêmê kirin.

Dema dengê teqînê li gelek deverên Taşkentê hat bihîstin welatiyan dîmenên teqînê li ser medyaya civakî parve kirin. Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Tenduristîyê ve hat dayîn de hat ragihandin, di teqînê de kesekî can daye û 163 kes jî birîndar bûne û hat gotin ku ji birîndaran 24 kes rakirin nexweşxaneyê û yên din jî li cihê bûyerê hatin dermankirin.

Di daxuyaniya Serokwezîriyê de hat diyarkirin ku Serokwezîr Abdulla Aripov çûye cihê bûyerê û lêkolîn kiriye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, bi talîmata Serokomar Şevket Mîrziyoyev ji bo alîkariya kesên ku di teqînê de zirar dîtine di bin serokatiya Alîkarê Serokwezîr Açilbay Ramatov de komîsyoneke hikûmetê hat avakirin.