Li Beyrûdê merasîma vesartina termê Hesen Nesrellah tê kirin
PeyamaKurd – Termê Serokê Giştî yê berê yê Hizbulah a Lubnanê Hesen Nesrellah ku di êrîşeke Îsraîlê de 27ê Îlona 2024an hatibû kuştin, îro 23yê Sibatê li Beyrûdê bi merasîmeke girseyî bi xakê tê spartin.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî jî ji bo gihîşt Beyrûdê ku dê beşdarî merasîma veşartina termê Hesen Nesrûlah û Haşim Seyfedîn bibe.
Hate diyarkirin ku di merasîmê de Serokê Encûmena Şûra ya Îranê Mihemed Baqir jî beşdar bibe.
Dîsa hejmarek din berpirsên Îran û kesûkarên wan, di nav wan de malbat û hevjîna Serokomarê berê yê Îranê Îbrahîm Reîsî û Fermandarê berê yê Sipaha Qudsê Qasim Silêman jî gîhîştin balafirgeha Beyrûdê.
Herwiha şandeke kesayetên siyasî û olî yên şîeyên Iraqê jî beşdarî merasîmê dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin