Di merasîma vesartina cenazeyê Kadrî Yildirim de arîseya Ala Kurdistanê

27 March 2021 16:30 0 dîtin
Di merasîma vesartina cenazeyê Kadrî Yildirim de arîseya Ala Kurdistanê

PeyamaKurd –  Îro cenazeyê Mamoste Prof. Dr. Kadrî Yildirim, li goristina Yenîkoy a Diyarbekirê hat veşartin. Dema veşartina cenaze de, ji ber komeke dixwest Ala Kurdistanê bavêje ser darbestê Mamoste Kadrî Yidirim, tevlihevî derket.

Mamoste Prof. Dr. Kadrî Yildirim, do ji ber xwînrijiya ser mejî xatir ji me xwestibû. Îro li Diyarbekirê, dema veşartina cenazeyê wî de, komekê xwest Ala Kurdistanê bavêje ser darbestê wî û tevlihevî derket.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, nehiştin Ala Kurdistanê bavêjin ser darbestê Mamoste Kadrî Yildirim û polîsan Ala Kurdistanê ji destê welatiyan derxistin.

Piştî tevliheviya demekê dirêj kir, cenazeyê Mamoste Prof. Dr. Kadrî Yildirim hat veşartin.

Di merasîma veşartina cenaze de, di serî de malbat û hezkiriyên wî di nav de, gelek nûnerên rêxistinên civaka sîvîl û partiyên siyasî jî amade bûn.