Yekemîn merasîma cenazeyê Heniyye li Tehranê hat lidarxistin
PeyamaKurd – Ji bo Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye ku di encama sûîqestekê de jiyana xwe ji dest da li Tehranê merasîma ewil hat lidarxistin.
Di merasima ku îro Pêncşemî 01.08.2024ê li Zanîngeha Tehranê hat lidarxistin de, nimêja cenazê Heniyye ji aliyê rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî ve hat kirin.
Piştre jî meqsed wê Qada Azadî bi beşdariya gel be. Cenazeyê Heniyye wê piştre bi balafirê bibin Dohaya paytexta Qeterê.
Ji bo Heniyye sibe li Mizgefta Neteweyi ya Qetere merasimeke cuda hat lidarxistin. Cenaze wê piştî nimêja înê bi beşdariya gel li Qatarê bê definkirin.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di merasîmê de axivî û diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Beyrût û Tehranê nîşaneya têkçûna Îsraîlê ye.
Kalîbaf destnîşan kir ku ji bo rûbirûbûna Komara Îslamî ya Îranê divê Îsraîl berdêlên giran bide û wiha got: "Amerîka piştgirî da êrîşê. Dema ku em guncav bibînin em ê bersiva kuştina Heniyye bidin."
Li Îranê serokê Hamasê Heniyye hat kuştin
Heniyye ji bo beşdarî merasima sondxwarina Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bibe li Tehranê bû.
Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê di sibeha 31ê Tîrmehê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li Tehranê li dijî mala Heniyye êrîşek hatiye kirin.
Di dema ku Îran û Tevgera Hemasê Îsraîl bi kuştinê tawanbar kiribûn, rayedarên Îsraîlî derbarê bûyerê de daxuyanî nedan.
Heniyye di 6ê Gulana 2017an de li şûna Xalid Meşal ji aliyê Meclîsa Şûra ya Hamasê ve weke Seroka Buroya Siyasî ya Hamasê hatibû hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin