Li Bîrecîkê pevçûn çêbû: 1 mirî û 5 birîndar
PeyamaKurd- Li navçe ya Bîrecîkê ya bi ser bajarê Rihayê, di navbera du malbatan de, bi sedema arazî pevçûn derket û di encamê de 1 kes hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn. Her dû malbat mirovên hevin û şerê navbera wan ber destê êvarê derket.
Di serî de bi gotinan hev aciz kirin û paşî rakirin sîlihên xwe û li hev xistin. Di lihev xistinê de dar û kevir jî bikaranîn. Gula demançê li kesekî bi navê Ramazan Güneş ket û li ciyê pevçûnê jiyana xwe ji dest da. Kesên bi navên Abdulkadir (15), Ökkeş (19), Mehmet (22), Fehmi (32) û Ahmet (47) ku paşnavê tevan Güneş e birîndar bûn.
Tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran birin nexweşxaneyê ya dewletê ya navçe ya Bîrecîkê. Cenazê Ramazan Güneş hat otopsîkirin û birin morga nexweşxanê.
Lêpirsîna di derbareyê qewimandinê de dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin