Li Hindistanê bobelat çêbû: 8 mirî û 59 birîndar

13 May 2024 21:03 0 dîtin
Li Hindistanê bobelat çêbû: 8 mirî û 59 birîndar

PeyamaKurd – Li Hindistanê li bajarê Mumbaiyê bobelat (firtûne) çêbû û di encamê de 8 kes mirin û 59 kes birîndar bûn. Sedem jî billboarda ku bilindahiya wê 30 metrebû ket ser benzînxaneyekî û encama li jorê çêbû.

Li Hindistanê li eyaleta Maharaştrayê li bajarê Mumbai bi sedema firtûnê billboarda ku 30 metre bilind bû û li feleka Çeddanagarê hatibû danîn ket ser benzînxanê. Di encamê de gelek kes jî di alavên xwe de asê man.

Balafirgeha Mumbaiyê jî ji ber mesafa dîtinê zêde daket, seferên balafiran bo demekî demkî hatin rawestandin û dis eferên metro û trênan de jî kêmasî hene.