Li Brazîlê alîgirên Bolsonaro daketin kolanan
PeyamaKurd - Li Brazîle bi hezaran alîgirên Serokkomarê berê Jair Bolsonaro ji ber dozên di derbarê wî de hatine vekirin daketin kolanan û çalakiyan pêk anîn.
Jair Bolsonaro, bi gumana ku beşdarîyê li hewla derba 2022yan kiriye doz hatibû vekirin û pasaporta wî hatibû desteserkirin
Alîgirên Bolsonaro li paytext Sao Pauloyê kom bûn û hikûmeta niha protesto kirin. Ji aliyê din ve Bolsonaro ev protesto wek "Mecliseke aştiyane ku ji bo serweriya hiqûq, azadî, malbat û pêşerojê hewl dide" bi nav kir.
Xwepêşanderan alayên Brazîlê berz kirin û ji bo piştgiriya Bolsonaro drûşman avêtin.
Bolsonaro ku bi angaştên beşdarî li hewla derbê kiriye, hewl daye encamên hilbijartinên ku di 2022yan de pêk hatin û wuda kir betal bike, zextan li fermandarên leşkerî kiriye ku beşdarî hewla derbê bibin û plansaziya girtina Dadwerê Dadgeha Bilind amade bikin dihate darizandin û dest danîbûn ser pasaporta wî.
Alîgirên Bolsonaro di 8ê Çileya 2023an de, hefteyek piştî ku Luiz Inacio Lula dest bi erka serokdewletiyê kir, banga derba leşkerî kirin û avêtin ser Qesra Serokomariyê, Dadgeha Bilind û Kongreyê.
Tê payîn ku 700 hezar kes tevlî çalakiyên protestoyî bibin, lê belê hêjmarek fermî nehatiye eşkerekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin