Li Çînê li dijî 4 akademîsyenên Amerîkî hêris
PeyamaKurd – Zanîngeha Cornell a li parêzgeha Iowa ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku 4 akademîsyenên wan ên ku ji bo xebateke akademîk çûne Çînê, li bakurê rojhilatê bajarê Jilin ê Çînê, rastî hêrişeke bi kêrê bûne û di encama hêrişê de birîndar bûne.
Zanîngehê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de da zanîn ku 4 akademîsyenên Amerîkî di kêliya geşta parkekê de rastî hêrişê hatine.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 4 akademîsyenên Amerîkî, di çarçoveya hevkariyeke akademîk a bi zanîngeheke Çînê re çûne Çînê.
Serokê Zanîngeha Cornellê Jonathan Brand jî ji medyayê re ragihand ku Wezareta Derve ya DYA ji bûyerê agahdar e û dişopîne û got: “Em bi 4 akademîsyenên xwe re di pêwendiyê de ne û em her alîkariyê pêşkêşî wan dikin.”
Medyaya Çînê qala bûyerê nekir
Di wêneyên akademîsyenên Amerîkî yên kêliya hêrişê de xuya dibe ku qurbanî di nav xwînê de li erdê dirêj bûne.
Ev wêneyên ku di medyaya civakî ya Çînê de hatibûn belavkirin, piştî demekê ji ser platforman hatin rakirin.
Medyaya Çînê jî heta vê sibehê qala bûyerê nekiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin