Li Çînê li dijî nexwesxaneyê hêrisa bi kêrê: Herî kêm 10 kes mirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li başûr-rojavayê Çînê, di encama hêrişeke li dijî nexweşxaneyeke herêmî de herî kêm 10 kes hatine kuştin.
Her wiha hate ragihandin ku di encama hêrişê de bi dehan kes jî birîndar bûne, lê belê di derbarê hejmara birîndaran de agahiyên rasteqîn nehatin bi destxistin.
Li gorî nûçeya Ajansa Neteweyî ya Çînê (Xinhua), îro, li bajarê Zhaotong ê girêdayî parêzgeha Yunnan a li başûr-rojavayê Çînê, li dijî nexweşxaneyekê hêrişa bi kêrê pêk hat.
Xinhuayê diyar kir ku di encama hêrişê de herî kêm 10 kes mirine û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Ajansê diyar kir ku hêrişkarên vê hêrişa ku di derdora demjimêr 13:00î he pêk hatiye nehatine dozîn.
Kanala televizyonê ya Guizhou li ser zarê rayedarên ku navê wan aşkere nekiriye angaşt ku di encama hêrişê de 23 kes birîndar bûne.
Guizhou TVyê her wiha angaşt ku gumanbarek hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin