Li Tetwanê li dijî gestiyara Frensî hêrisa bi kêrê

15 September 2024 18:35 0 dîtin
Li Tetwanê li dijî gestiyara Frensî hêrisa bi kêrê

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîsê kesekî bi kêrê hêrişî geştyareke Fransî kiriye û ew bi giranî birîndar kiriye.

Jêderan dan zanîn ku hêrişkar piştî bûyerê ji cihê bûyerê reviyaye.

Li gorî agahiyan, geştyara Fransî ya bi navê Albe Giovanngeli ya 29 salî ku bi bîsîkletê li cîhanê digeriya, şeva borî gihiştiye navçeya Tetwanê.

Albe Giovanngeliyê xwestiye li peravê Gola Wanê, li nêzîkî bendera Ferîbotan konê xwe vede û şeva xwe li wê derê derbaz bik.

Îro berê sibehê di demjimêr 3:30an de kesekî ku heta niha nasnameya wî nehatiye aşkerekirin, bi kêrê hêrişî geştyara Fransî kiriye.

Geştyara Fransî ya birîndar bi zorê xwe ji nav destê hêrişkar rizgar kiriye û xwe gihandiye klubeya ewlehiyê ya Rêvebiriya Ferîbotan.

Kesên li wir bûne, tîmên hewarçûnê ji rewşê agahdar kirine.

Li ser agahdakirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û geştyara Fransî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.

Geştyara ku birîna wê giran e, di bin çavdêriya hûr ya bijîşkan de ye.

Metirsî li ser tenduristiya geştyara Fransî berdewam dike.

Hêrişkarê ku piştî bûyerê reviya, hîn jî nehatiye desteserkirin.