Li Colemêrgê ser kûstî û brîndar hene

16 March 2019 18:10 0 dîtin
Li Colemêrgê ser kûstî û brîndar hene

PeyamaKurd -  Hat ragihandin ku li herêma Kanya Reşê ya Bajaroka Rûbarokê ya li ser sînorê Colemêrg û Herêma Federe ya Kurdistanê pevçûn qewimî. Tê gotin di pevçûnê de 2 esker hatin kuştin û 8 esker jî birîndar bûn

 

Hat ragihandin ku li herêma Kanya Reşê ya Bajaroka Rûbarokê ya bi ser Navçeya Şemzînana Colemêrgê û Herêma Federe ya Kurdistanê, endamên HPG’ê êrîşî baregeha eskerî kirin. Piştî êrîşî di navbera HPG’ê û eskeran de pevçûn qewimî. Li gorî agahiyên ewil tê gotin di pevçûnê de 2 esker hatin kuştin û 8 esker jî birîndar bûne. Eskerên birîndar û mirî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînan. Hat zanîn ku deriyê nexweşxaniyê ji sivîlan re girtine û çembera tedbîrê girtine.