Îsraîlê axa Lubnanê bombebaran kir: Mirî û brîndar hene

27 May 2024 14:08 0 dîtin
Îsraîlê axa Lubnanê bombebaran kir: Mirî û brîndar hene

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li dijî baregehên Hizbullaha Lubnanê yên li başûrê Lubnanê hêrişeke mezin a hewayî pêk anî. Tê gotin ku di encama hêrişê de mirî û birîndar hene.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê (NNA), frokeyên bêmirov ên Îsraîlê li navçeya Bint Cibeyl motorsîkletek kir hedef.

Hat ragihandin ku di hêrîşa li nêzîkî Nexweşxaneya Selah Gandur a navenda navçeyê de mirî û birîndar hene.

Ji aliyê din ve Hizbullahê ragihand ku hêzên wan ên li başûrê Lubnanê, li dijî baregehên leşkerî yên Îsraîlê yên li ser sînorê Lubnanê  2 hêrîş pêk hatine.

Di daxuyaniya Hizbullahê de hate destnîşankirin ku hêzên wan li herêma Margaliot a Îsraîlê li dijî zirîpoşeke leşkerî û li El-Malikiyeyê ji li dijî baregeha leşkerî yên Îsraîlê, bi mûşekên ajodar hêriş hatiye kirin.

Di derbarê encamên hêrişên berhember yên aliyan de heta niha ti daxuyaniyek nehate dayîn.