Li Dêrsimê 4 lesker mirin û leskerek birîndar bû
PeyamaKurd - Li navçeya Pilûrê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, wesayîteke leşkerî ya arteşa Tirk qelivî û di encamê de 4 leşker mirin û leşkerek jî birîndar bû.
Wesayîta leşkerî ya cendirmeyan, di navbera navçeya Pilûr û navçeya Xozatê de qelivî.
Di encama qezayê de 4 leşkerên Tirkiyeyê mirin û yek jî birîndar bû.
Piştî ku bûyer hate bihîstin, tîmên alîkariya lezgîn û tenduristiyê arasteyî cihê bûyerê bûn.
Hêzên Tirkiyeyê leşkerê birîndar bi helîkoptera bi tîpa Skorsky arasteyî Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê kirin.
Hate ragihandin ku di derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin