Li Darende ya Meletiyê malbatên eqrebayên hev pevçûn: 1 kustî û 1 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Darende di navbera eqrebayan de pevçûn çêbû, di encamê de kesekî mir û yek jî birîndar bû. Hat ragihandin ku şerê navbera wan li ser mijara malbatiye.
Pevçûn, li taxa an ku gundê Nurkuyusu di navbera eqrebayan de, di navbera Y.B, A.B, M.M.B. û mirovên wan yên bi navên Ö.B, Murat B, O.B, İ.B,,E.B û H.B. de ewilî pevçûne û paşî li hev dane.
Li ser zêdekirina meselê, di pevçûnê de Murat B. û Y.B. di serî de birîndar dibin. Li ser agahdarkirina cendirmeyan, tîmên cendirmeyan û tîmên 112an yên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê
Birîndaran dibin nexweşxana dewletê ya navça Darende û Murat B. li nexweşxanê can dide. Birîndarê bi navê Y.B. piştî mudaxeleya ewilî wî dişînin nexweşxana Meletiyê ya Perwerde û Lêkolînê.
Tîmên cendirmeyan li ser bûyerê 8 kesan xistine binçav.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin