Li Dêrazorê 9 DAISî hatin desteserkirin

30 January 2022 20:32 0 dîtin
Li Dêrazorê 9 DAISî hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku li gundewarên Dêrazorê 9 çekdarên DAIŞê hatin desteser kirin.

HSDê diyar kir, hêzên Encûmena Leşkerî ya Hecînê di çarçoveya hemleya dijî terorê de, 9 çekdarên DAIŞê li herêmên Ebû Hemam û Ebû Herdûb li rojhilatê gundewarê Dêrazorê girtin ku amadekariya êrîşan dikirin.

Herwiha hatiye ragihandin ku bi wan re bêtêl û gelek belge hatine girtin ku pêwendiya wan bi êrîşên terorîstî û dewleta Tirkiyê re eşkere dikin.