Di operasyona HSD û Hevpeymaniyê de 3 DAISî hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di operasyona hevbeş a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, li Dêrazorê 3 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên YAT û Koalîsyonê 21ê mehê li Dêrazorê operasyoneke hevpar li dijî şaneyên DAIŞê pêk anîne û di encamê 3 çekdarên DAIŞê tevî çekên ligel wan hatine desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, “Di operasyonê de 3 terorîstên ji rêxistina DAIŞê yên qaçaxçiya malbatên rêxistina DAIŞê ji kampa Holê dikir, çek ji bo êrîşên terorane li dijî kampa Holê didan şaneyên li bajarokê Holê, hatin girtin.”
Hat gotin ku miqdarek çek, alavên leşkerî û telefonên ligel wan şaneyan jî hatine desteserkirin ku di nav de 2 kalaşnîkov, çekeke brono, bombeyek, tivingek, 2 rextên leşkerî, 5 telefon û miqdarek cebilxane hebûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin