Di operasyona hevbes a HSD û hevpeymaniyê de 6 DAISî hatin desteserkirin

19 April 2021 20:08 0 dîtin
Di operasyona hevbes a HSD û hevpeymaniyê de 6 DAISî hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyê Demokratîk (HSD) ragihand ku di du operasyonên li gundewarên Hesekê û Dêrazorê de, 6 terorîstên DAIŞê hatin girtin. Bi çekdarên DAIŞê re hejmarek çek û teqemenî jî hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDê daye xuyakirin, hêzên wan û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 18ê Nîsanê du operasyonên hevbeş dijî şaneyên DAIŞê li dar xistine.

Hat eşkerekirin operasyonek li bajarokê Mergeda ya gundewarê Hesekê pêk hatiye û di encamê de çekdarek hatiye girtin û operasyona din jî li bajarokê El-Hewayîc ê gundewarê Dêraozrê pêk hatiye û di encamê de 5 çekdar hatine girtin.