Tirkiye: Li Cerablûs û Babê 13 DAISî û 5 endamên YPGê hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Tirkiye ragihand ku li navçeyên Cerablûs û Bab ên Sûriyê ku niha di bin kontrola artêşa Tirk û komên çekdarên opozîsyonê de ne, 13 kesên DAIŞî hatine desteserkirin ku yek ji wan emîrê darayî yê DAIŞê bûye.
Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de hatiye gotin, “Di operasyonên ku li herêmên Cerablûs û Babê yên Sûriyê hatin kirin de, 13 endamên DAIŞê ku di nav wan de fermandarê fînansê yê DAIŞê jî heye, hatin desteserkirin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku 5 endamên YPGê jî di heman operasyonê de hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniyê, di lêgerînên ku li malên gumanbaran hatine kirin de; 10 kg teqemeniya ji bo teqandinê amade, 4 lewheyên elektronîk, 1 kalaşnîkov, 1 demançe û 253 fîşek hatine desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin