Tirkiye 34 endamên Birayên Misilman (îxwan) xist binçav

01 November 2022 00:52 0 dîtin
Tirkiye 34 endamên Birayên Misilman (îxwan) xist binçav

PeyamaKurd – Li ser dardekirina serpereştên Birayên Misilman (Îxwan el Muslumîn) ji aliyê Misrê de, navbera Tirkiyê û Misrê xerab bû bû û têkiliyên wan daketibûn asta sifrê. Xerabûna têkiliya her dû dewletan, di wexta ‘Bahara Ereb’ de xerabû. Tirkiye nerazîbûna xwe ji bo dardekirina serpereştên Îxwan diyar kiribû. Di van demên dawiyê de têkiliyên Misrê û Tirkiyê ber bi başbûnê de diçin û dewleta Tirkiyê 34 xebatkarên medyayê yên Birayên Misilman xist binçav û tê gotin ku dibe Tirkiyê wan ji nav sînorê xwe derxe.

Rêxistinên medyayê yên nêzî rêxistina Birayên Misilman, di ser malper û medya civakî de nûçe belavkirine ku 34 endamên rêxistinê bi sedema bang kirine da li Misrê xwepêşandanan bikin, hatine girtin.

Wê di 6-18 ê mijdarê de, li Şerm-el Şeyh ê ‘konferansa guherîna kêşûhewayê’ bê lidarxistin. Ew 34 kesên ku bang kirine da di wexta konferansê de xwepêşandan bikin, goya wê kaosê çêkin.

Rojnama Şarq el Ewset jî di mijarê de nûçeyekî belav kiriye û gotine; ‘ji ber li Tirkiyê van kesan ewlehiya giştî xistine talûkê’ wê wan derxin derveyê sînorê Tirkiyê.