Mustafa Balbay: Tirkiye mehane 500 dolar pere dide endamên Artêsa Azad
PeyamaKurd – Rojnamevan Mustafa Balbay di panela li Ankara ya ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan ya Evrensel de, ya bi navê ‘Şerên herêmî û di Koçberiyê de Penaberên Sûriyê’ de axifî. Panel li Yekîtiya Mulkiyeyiyan hat kirin. Di panelê de koordînatorê rêxistina Dinya Mala Me ye ya navdewletî Burçak Sel, rojnamevan Mustafa Balbay, Prof. Dr. Mustafa Durmuş û nivîskarê Ekonomiyê Musa Ceylan amade bûn. Di panelê de Mustafa Balbay weha got:
“Niha dewleta Tirkiyê mehane 500 dolar pere dide endamên Artêşa Azad ya Sûriyê (ÖSO). Di mehên borî de ketin nav tevgerê û gotin ku vî pereyi naecibînin. Erdnîgariya Tirkiyê ji aliyê koçberiyê de balkêşe. Em koçberan didin dinyayê. Li gor nûfûsa xwe Tirkiyê welatê herî zêde koçberên wan li derve hene. Em welatekîne ku koçber tên welatê me. Ji Afxanistanê, Sûdanê û welatên cîran koçber tên welatê me. Her weha em li ser rêya koçberane jî.
Li Tirkiyê pirsgirêka Sûriyeyiyan dê naqede. Gelek tevliheve…. Di lêkolînên min de carna ku diçin herêmê li bajarên mezin dibinim ku pênc grûb Sûriyeyî hene.
1.Ji ber ewlehiya can hatine Tirkiyê. 2.Yên halê wan ê aboriyê xweş hene dixwazin li Tirkiyê bijîn. 3. Yên şerê nav Sûriyê ji bo îdare bikin, her tiştî bi xwe re anîne Tirkiyê. 4. Mirovên îstîxbaratê yên ku Sûriyê wan şandiye Tirkiyê. 5. Malbatên artêşa Azad ya Sûriyê. Niha deweleta Tirkiyê mehane 500 dolar pere dide endamên Artêşa Azad ya Sûriyê (ÖSO). Di mehên borî de ketin nav tevgerê û gotin ku vî pereyi naecibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin