Li Derbendîxanê 5 kes di qezayê de mirin

01 August 2023 22:58 0 dîtin
Li Derbendîxanê 5 kes di qezayê de mirin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li navça Derbendîxan a bi ser bajarê Silêmaniyê, li ser rêya Derbendîxan-Şaxî Beranan, li feleka Kilke-Qaştî, TIR a ku ji jor de ji Çiyayê Şaxî Beranan dihat, welgeriya ser otomobîlekî.

Di encamê de 5 kesên ji otomobîlê de jiyana xwe ji dest dan. Tîmên trafîkê û ambûlansên Derbendîxanê kesên di nav otomobîlê de bûn jê derxistin. Di nav candayiyan de 2 ji wan zarokin.