Li Dêrîkê derketina derve heta 14 rojan hat qedexekirin

04 November 2020 10:39 0 dîtin
Li Dêrîkê derketina derve heta 14 rojan hat qedexekirin

PeyamaKurd – Li bajarê Derika Rojavayê Kurdistanê, ji ber zêdebûna pêketina vîrûsa Koronayê, derketina derve hat qedexekirin.

Li gor do Şaneya Krîzê ya ser bi Rêveberiya Xweser diyar kir: ‘‘Îro sêşemê qedexeya derketina derve li seranserî bajar û bajarokên Dêrikê, roja înê 6ê Mijdara 2020an destpê dike û dê heta 14 rojan berdewam bike.’’

Herwiha hat diyarkirin: ‘‘Qedexeya derketina derve tevahiya dibistan, mizgeft, dêr, yarîgeh û hemû bazaran li xwe digre, ji bilî dikanên firotina sewze û kelûpelên xwarinê yên li taxan û ew jî heta saet 13:00an rojê dikarin vekirî bin.’’

Ev biryar piştî li bajar û bajarokên Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketina Koronayê zêde bû hat.