Qedexeya derketina derve ya 4 rojan bi dawî bû
PeyamaKurd – Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê qedexeya derketine derve ya 4 rojan bi dawî bû.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di çarçoveya tevdîrên koronayê de di roja erefê û her sê rojên cejnê de qedexeya derketina derve ragihandibû ku îro Duşemê dawî li wê qedexeyê hat.
Li gorî ragihandin wezaretê, di dema wedexeyê de li 47 hezar û 831 kesên ku pêgirî rênima û rêkarên ewlehiyê nebûn, cizayê pereyan li wan hatiye birîn.
Li Tirkiyê û bakurê Kurdisanê heta niha 158 hezar û 762 haletên tûşbûnê hatine tomarkirin û ji wan 4 hezar 397 kesan jiyana xwe ji dest daye û 120 hezar û 507 kes jî baş bûne û çûnê malên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin