Efrîqa Basûr qedexeya derketina derve bi dawî kir

31 December 2021 12:08 0 dîtin
Efrîqa Basûr qedexeya derketina derve bi dawî kir

PeyamaKurd - Efrîqa Başûr, qedexeya derketina derve, ya nîvê şevê ji bo belavbûna vîrusa Korona ya bi cûreya Omicronê, bi dawî kir.

Li gor Reutersê da zanîn, karbidestên hikûmeta Efrîqaya Başûr dibêjin ku ew bawer dikin ku wan pêla çaran a vîrusa Korona ya bi cûreya Omicronê berbelav bûbû, derbas kiriye.

Serokomarîya Afrîqa Başûr eşkere kir, biryarên dawî yên ser tedbîrên dijî şewbê li gor rêjeya karanîna derziyan û kapasîteya nexweşxaneyan hatine ragihandin.

Li Efrîqa Başûr pênc astên hişyariya COVID-19 hene û ew niha di asta herî nizm de ye.

Karbidestên Efrîqa Başûr destnîşan dikin, hemî nîşane raber dikin wan pêla çaran a vîrusa Korona derbas kiriye