HSDê dawî li qedexeya derketina derve anî
PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku ev du roj in li Dêrazorê operasyoneke tunekirina terorê li dijî şaneyên DAIŞê digel Hevpeymaniya Navdewletî daye destpêkirin, qedexeya derketina derve li xelkê li herêmên operasyonê ragihandibû.
Fermandariya HSDê ragihand ku wan qedexeya derketina derve ya di qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê de ku bi armanca parastina jiyana sivîlan di operasyonên legerînê li herêmên rojhilatê gundewarên Dêrazorê ragihandibû bidawî kiriye.
Herwiha HSDê ferman da fermandarên xwe yên li herêmê ku xelkê di vî warî de agahdar bikin.
Di operasyona HSDê de hejmarek zêde ji alîgir û endamên şaneyên DAIŞê hatine desteserkirin û dest danîne ser gelek cebilxane û alavên wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin