ROJAVA | Sibe qedexeya derketina derve bi dawî dibe

11 May 2020 13:22 0 dîtin
ROJAVA | Sibe qedexeya derketina derve bi dawî dibe

PeyamaKurd - Sibe saet 12ê şeve di çarçoveya asankirina jiyan rojane qedexeya derketina derve li Rojava yê Kurdistanê bi dawî dibe.

Hevserokê Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser jî dibêje, egera wê yekê heye ku asankariyên zêdetir bo xelkê bêne ragihandin.

Hevserokê Desteya Navxwe li Rojavayê Kurdistanê Kenan Berekat ragihand, sibe dê komîteya taybet bi biriyardanê di derbarê dirêjkirina qedexeya çûn û hatinê de bicive û derbarê mijarê de biriyarê bide.

Kenan Berekat got, dibe ku ji bo welatiyan asankarî werin zêdekirin, ji ber ku rewş li Rojavayê Kurdistanê heta radeyekê baş e.

Li gor daneyên fermî, heta niha li Rojavayê Kurdistanê tenê 2 nexweşên koronayê hene, ku ji bajarê Hesekê ne. Herwiha heta niha 2 tax li bajarê Hesekê di kerentînê de ne.

Rêveberiya Xweser cara pêşî di 23ê Adarê de ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa koronayê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola xwe de, biryara ragihandina qedexeya çûn û hatinê dabû û piştre ew qedexe çend carên din hatibû dirêjkirin.