Li Deriyê Îbrahîm Xelîl kîloyek zêrê xistibûn nav nan hate desteser kirin
PeyamaKurd - Li Deriyê Sînorê Bakurê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê gumrika Tirkiyeyê kîloyek zêrê di nav nan de hatibû hilandin desteser kir. Kesê zêr derbas dikir jî hate girtin.
Li gorî zanyariyan piştî şopandinê tîmên girêdayî Parastina Gumrikê ya Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê îro 8ê Adarê, dema kesekî dixwest ji Deriyê Îbrahîm Xelîl ê Zaxoyê ve kîloyek zêrê xistibû nav nan derbas bike, hate girtin.
Hate zanîn ku ew kesê qaçaxçîyê zêran ji Herêma Kurdistanê derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bûye û bihayê zêrê hatiye desteserkirin jî 2 milyon û 400 hezar lîreyên Tirkî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin