Li deriyê Îbrahîm Xelîl testa korona ya bi pere hat rakirin

16 January 2022 14:55 0 dîtin
Li deriyê Îbrahîm Xelîl testa korona ya bi pere hat rakirin

PeyamaKurd – Bi ferman û raspartina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryar hat dayîn ku testa korona ya bi 35 dolaran ya ji bo kesên ku bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl-Xabûr derbasî Başûrê Kurdistanê dibin êdî belaş be.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê ragihandiye ku mekanîzmayeke nû dê bê danîn ji bo ji wan kesên ku li wî derî hatinûçûna zêde dikin ango wê pişkinînê nekin û 35 dolar nedin.

Guhdar Şêxo ragihand, li ser raspardina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryara wergirtina 35 dolar ji bo pişkinîna koronayê ji wan kesên bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl derbasî Başûrê Kurdistanê dibin, hat ragirtin ku ev du roj bû ketibû warê cîbicîkirinê.

Li gorî vê biryara nû, kesên gelek zêde derbasî Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dibin, wê li Zaxo bêberamber pişkinîna wan bê kirin û dikarin di nava 72 demjimêran de biçin û vegerin û li derî testeke din bo wan neya kirin. Lê belê kesên ji 3 rojan zêdetir bimînin, divê testa koronayxê bikin ku ev jî pêşniyaza Rêveberiya Serbixwa ya Zaxoyê ye.

Li gor biryara dawî ya Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê, karta derziyê hebe yan nebe, kesên bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl derbasî Başûrê Kurdistanê dibûn, pêwîst bû testa koronayê bikin û ji bo wê jî 35 dolaran bidin ku niha ew testa bi pere hat betalkirin.