Li Îbrahîm Xelîl kesên du doz derzî li xwe xistibin testa Koronayê li xwe naxin
PeyamaKurd – Li sînorê Îbrahîm Xelîl biryareke nû hat dayîn. Li gor vê biryarê, kesên du doz derzî li xwe xistibin, testa Koronayê li xwe naxin.
Parêzgeriya Şirnexê diyar kir, ji 29ê Tebaxê ve ji bo kesên diçin Herêma Kurdistanê û Iraqê, eger du doz derzî li xwe xistibin dê li sînorê Îbrahîm Xelîl testa Koronayê neyê kirin.
Bi serpereştiya Parêzgeriya Şirnexê, Qeymeqamtiya Silopiyê, Rêveberiya Gumrika Xabûrê, Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê û Rêveberiya Gumrika Îbrahîm Xelîl derbarê tedbîrên Koronayê yên li gumrikê biryareke nû wergirtin.
Li gor biryara Gumrika Îbrahîm Xelîl a li Herêma Kurdistanê, ji 29 Tebaxa 2021ê ve ji bo ajokar û rêwiyên ku du doz derziya Koronayê li xwe xistibin testa Koronayê nayê kirin.
Kesên ku du doz derzî li xwe xistibin, dê rê bi wan bê dayîn ku bê test derbasî aliyê Herêma Kurdistanê bibin.
Ji bo kesên ku du doz derzî li xwe nexistibin pêwîst e berî biçin Herêma Kurdistanê bi 48 saetan testa xwe ya Koronayê bikin, eger nekiribin dê bi neçarî li gumrikê testa Koronayê bo wan were kirin.
Piştî belavbûna şewba Koronayê ji bo kesên ku ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê derbasî aliyê Herêma Kurdistanê dibûn li Gumrika Îbrahîm Xelîl bi neçarî testa Koronayê dihat kirin û ji bo testê ji her kesekî 35 dolar dihatin wergirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin