Tirkiye li Îbrahîm Xelîl bi ser navê dezenfektanê pare ji rêwiyên Herêma Kurdistan û Iraqê distîne

14 May 2024 14:44 0 dîtin
Tirkiye li Îbrahîm Xelîl bi ser navê dezenfektanê pare ji rêwiyên Herêma Kurdistan û Iraqê distîne

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) ê navbera bakurê Kurdistan û Herêma Kurdistanê, ji aliyê Tirkiyeyê ve ji otomobêlên Iraq û Herêma Kurdistanê pare têne standin.

Li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl ku ji aliyê Rêveberiya Gumrukê ya Tirkiyeyê ve tê birêvebirin, di bin navê dezenfektanê, ji welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê 200 lîrayên Tirk têne standin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, herçend ji aliyê rêveberên gumrukê ve bê gotin ku ew pare ji bo dezenfektanê tê standin jî, li ser maqbûzê wekî bexş tê nivîsandin.

Li gelek welatan ji ber ku metirsiya Coronayê nemaye tedbîrên ku dema pandemiyê hatibûn wergirtin hatin betalkirin.

Hikûmeta Tirkiyeyê herçend tedbîrên pandemiya Coronayê nemabin jî heta niha jî ji welatiyan pereyan dîstine.