Tirkiye: Wê bazirganiya Deriyê Îbrahîm Xelîl berdewam be
PeyamaKurd - Wezîra Bazirganiya Tirkiyê Ruhsar Pekcan îro Çarşemê ragihand ku ew dê li ser hinardekirina kelûpelên xwe bi Deriyê Gumrukê yê Îbrahîm Xelîl berdewam bin, lê dest ji tedbîrên xwe yên di çarçoveya rûbirûbûna vîrusa koronayê de jî bernadin.
Ruhsar Pekcan li ser Twitterê ragihand ku hinardekirina ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li Deriyê Gumrukê yê Îbrahîm Xelîl, bi guherîna konteyner, barhilgir û şofêran bi awayekî “bêyî temas” çêdibe.
Ruhsar Pekcan got ku ew dê hewl bidin bêyî rawestandinê kelûpelan bi Deriyê Gumrukê yê Îbrahîm Xelîl bo Herêma Kurdistan û Iraqê bişînin, lê ew dê tendirustiya şofêran jî li ber çavan bigrin.
Pekcan beriya niha jî gotibû, ew bazirganiya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re narawestînin dê li “herêma tempon” bi awayê bi guherîna konteyner, barhilgir û şofêran a “bêyî temas” pêk bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin