Li Dêrsimê bi hezaran masîyan li perava bendavê xist
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi hezaran masîyên golo bendava Kebanê li peravê xistine û telef bûne.
Li gorî zanyariyên xelkê deverê dane, li peravên gola Kebanê yên gundên navçeya Çemişgezek a Dêrsimê be hezaran masiyên telefbûyî hatine dîtin.
Welatiyan dîmenên masiyên li peravê xistine ji berpirsên Dezgeha Çandinî û Daristanan re şandine û ew agahdar kirine.
Hate zanîn ku tîmên pispor ji bo sedema telefbûna masiyan hîn bibin nimûneyên avê wergirtina û li ser lêkolînê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin