Ukrayna: Rûxandina bendavê, bi deh hezaran kesan serpeze kir!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve hatin ragihandin, lehiyên ku ji ber hilweşîna qismî ya bendava Nova Kakhovka ya li herêma Kherson a Ukraynayê ya di bin kontrola Rusyayê de çêbûn, bandorên neyînî derxistin pêş.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku ji ber bilindbûna ava çemê Dniproyê ku bendav li ser hatiye çêkirin, hin cih û deşt di bin avê de man.
Parêzgarê Kievê Oleksiy Kuleba diyar kir ku herêma herî zêde ji lehiyê zirar dîtiye, herêma Korabelê ya bajarê Xersonê ye û li vê herêmê asta avê gihîştiye 3,5 mîtroyan û zêdeyî 1000 xanî di bin avê da mane.
Rayedarên Ukraynayê diyar kir ku piştî hilweşîna bendavê, nêzî 17 hezar kes hatin tehliyekirin û divê 25 hezar kesên ji aliyê Rusyayê ve hatine dagirkirin jî bên tehliyekirin.
Ukrayna û Rusyayê hev û din bi armanckirina bendavê tometbar dikin. Di heman demê de rayedarên Amerîka û Brîtanyayê jî ragihand ku heta niha tu delîl tunene ku kîjan alî berpirsê hilweşîna bendavê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin