Li Derya Res Alozî | Balafira rûsî 4 bombe avêtin ser kestiya Brîtanî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsyayê bi hinceta ku sînorê deryayî yên li Behra Reş binpê kiriye, guleyên hişyariyê berdan keştiya Brîtanyayê.
Hat zanîn ku Wezaret Berevaniya Rûsyayê balafireke şer a tîpa Su-24M ya Rûsyayê 4 bombe avêtin ser rêya keştiya bi navê HMS Defender ya Brîtanî.
The Moscow Timesê jî piştrast kiriye ku balafirek şer û keştiya parastina sînor a Rûsî ji ber binpêkirina sînorê deryayê li nêzî Kirimê guleyên hişyariyê berdane keştiyek şer ya Brîtanyayê.
Ajansa nûçeyan a Rûsî TASSê jî bi zarê Wezareta Berevaniyê ragihandiye, Balefira şer SU-24 a Rûsî ji bo pêşveçûna keştiya Brîtanyayê bide sekinandin çar bombe avêtine ser rêya wê keştiyê.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê da zanîn ku Keştiya HMS Defender bersiva guleberdanê nedaye û keştiya Brîtanî piştî guleberdanê demek kurt ji ava Rûsyayê derketiye.
Senatorê Rûsî Sergei Tsekov kiryarên keştiya şer weke binpêkirina eşkere ya normên navneteweyî nîşan da û şermezar kir.
Hat diyarkirin ku piştî bûyerê, Wezareta Berevaniya Rûsyayê bang li nûnerê leşkerî yê Brîtanî kiriye.
Keştiyên berevaniyê yên hêzên deryavaniya Brîtanyayê destpêka meha Hezîranê ji bo parastina keştiya balafiran ya li Derya Spî hatibûn şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin